Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Şandina Çekan ya Îraqê Dibe Sedema Tawanên Cengê


Rêxistina Lêborîna Navnetewî (AI) raporta xwe ya nû derbarê binpêkirina mafan li Îraqê weşand, Lêborîn dibêje hinartina çekan ji aliyê welatên weke Amerîka, Ewrupa, Rûsya û Îran bo leşkerê Îraqê dibin sedem ku milîtan tawanên cengê encam bidin.

Rêxistina navnetewî dide zanîn ku hêzên Heşda Şaabî ku piraniya wan kesên Şia mezhebin, çekên di gehin Îraqê, ji cebilxanên leşkerî distînin, bi wan çekan tawanên cengê encam didin, kesan dikûjin, bi zûrî karên revandin, windakirin, eşkencedan û lisêdaredanan pêk tînin.

Li meha Mijdara borî parlamenê Îraqê hêzên Heşda Şaabî weke hêzêke fermî ya girêdayî leşkerê Îraqê erê kir bû, ev bibû cihê dudiliya Siniyên Îraqê, ew dibêjin li Îraqê deshilata piraniya wê Şîa, tê xûrkirin û Îran li herêmê baladest dibe.

Patrick Wilken lêkoînvanê rêxistina Lêborîna navnetewî (AI) dibêje, welatên çekan didin Îraqê yên weke Amerîka, welatên Ewrupî, Rûsya Û Îran divê rastiya hinartina çekan bo Îraqê bizanin ku metirsiya ketina van çekan ya nav destên gropên çekdar û mîlîşayan heye, yê dibin sedema binpêkirina mafên mirov û tawanên cengê.

Herweha lêkolînvan dibêje, divê welatên çekan didin Îraqê tedbîrên cidî bistînin û sozan ji hikûmetê werbigirin ku ew çek nekeve destên gropên çekdar yên nîv leşkerî, da ku bişîdet mafên mirov nehên binpêkirin.

Raporta rêxistina navnetewî pişta xwe bi lêkolînên meydanî û gotinên şahidan û hevpeyvînên li gel kesên hatine girtin, qorabniyên buyerên şîdetkar û kes û karên qorbaniyan girê dide û wan weke belge bikar tîne, karê raporê di sal û nîvan de ji aliyê karmendên rêxistina hatiye encam dan.

Rêxistin di rapora xwe de navê 4 gropên çekdar bi nav dike û dibêje herçar grop ji aliyê Îranê ve tên piştevanî kirin ji wana: Rêxistina Bedir, Esayîb Ahil Al-Haq, Ketîbên Hizbullah û Seraya al-Selam, ev grop hemû bi navê Heşda Şaabî li Îraqê karê xwe dikin.

Peyvdarên Heşda Şaabî û serok hikûmetê Îraqê di amade nebûn, bersiva rapora rêxistinê bidin û daxwazên wan bicih bînin.

XS
SM
MD
LG