Lêxweşbûna Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) wê binpêkirina azadîya rêxistinîbûn û îfadeyê be.
Amnesty bang li karbidestên Tirkîyê kir ku doza ser gertina HDP’ê paşve bikişînin û li gor berpirsîyên xwe yên navneteweyî tevbigerin.
Amnesty di daxuyanîya xwe de got ku girtina partîya sîyasî yek ji sînordarkirinên herî mezin e dijî azadîya rêxistinîbûnê.
Lêxweşbûna Navnetewî îdiayên karbidestên Tirk, ku dibêjin HDP dixwaze armancên xwe yên sîyasî bi hêzê pêk bîne, bê bingeh bi nav dike.
Dadgeha Qanûna Bingehin di 2021’an de îdinama dijî HDP’ê qebûl kir û peyvajoya darizandinê didome.
Di Dadgeha Qanûna Bingehîn de 15 endam hene û li gor qanûnê jibo girtina partîyekê divê ji wan endaman bi kêmî ve 10 girtinê bipejirînin.
Jêder: Amnesty, HDP