Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International: Girtîyên Sûrî Rastî Êşkencê Tên


Rêxistina Amnesty International dibêje hemwelatîyên Sûrîyê ku ji alîyê hikûmetê ve hatine giritin, di serhildana dijî Serok Beşar El Esed de, bi rengekî berfireh êşkence bûne ku dibe asta tewanên dijî mirovahîyê.

Komeleya mafên mirovan ya bingeh li London'ê, roja Çarşemê raport weşand tê de hevpeyvîn bi 25 kesên Sûrî kiriye ku dibêjin ew rastî gelek rengên êşkencê di hundir zindanan de hatine, berî ku ew birevin Urdunê.

Di vê derbarê de, Mesûd Îko, rojnamevan û çalakvanê mafên mirovan, bingeh li Oslo, gote Dengê Amerîkayê ku ev rapor rast e, jiber ku rêxistineke wekî Amnesty International xwe rastîyeke cîhanî ye.

Birêz Îko her wisa da xuya kirin ku civîna Komîsyona Mafên Mirovan li Geneve'yê, dê bêtir rastîyên din derbarê îşkencekirina kesan di hindûrê zindanên hikûmeta Sûrîyê de eşker bike.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG