Rêxistina mafên mirov Amnesty International îro Înê ragihand ku li gor hinek belgeyên hikûmeta Îranê, Tehran ferman daye hêzên xwe yên ewlekarîyê ku bi tundî rûbirûbûnê ligel xwepêşandanên dijî hikûmetê bikin.
Amnesty, ku bingeha wê li London e, got ku hêzên ewlekarîya Îranê bi kêmî 52 kes kuştine ji dema ku xwepêşandanên dijî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî derketine.
Di xwepêşandanên ku berî du hefteyan destpê kirine de, guleyên zindî û dar li dijî sivîlan hatine bikar anîn, rêxistina navnetewî eşkere kir. Wê herwiha dîyar kir ku hêzên ewlekarîya rejîma Îranê lêdan li wan jinên xwepêşander kirine ewên ku dersûkên xwe wekî protesto hilanîne.
Jîna Amînî bi xwe ji alîyê polîs ve hatibû girtin, jiber ku dersûka xwe li gor qanûnên tund yên Komara Îslamî li xwe nekiribû. Di encama lêdana û êşkencekirinê de ewê 16’ê Îlonê hate kuştin.
Amnesty dibêje kopîyek ji belgeyeke hikûmeta Îranê ketîye destê wê ku dibêje Fermandarîya Giştî ya Hêzên Çekdar yên Îranê li 21’ê Îlonê ferman daye komandarên xwe ku bi tundî bersiva kesên dijî hikûmetê bidin. Rêxistina mafên mirov dibêje ku tenê di wê rojê de bi kêmî 34 kes hatin kuştin.