Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty) dibêje ku Îran bi veşartina kuştinkarîyên girseyî yên 30 sal berê ku herî kêm 5,000 girtîyên sîyasî hatibûn kuştin, tawanên dijî mirovahî kirine.
Amnesty di raporteke nû de dide zanîn ku piştî pêdaçûna gelek belgeyan û bi sedan hevpeyvînên ligel dîdevanan, eşkere bû ku fermana kuştina hezaran bizavkarên girtî ji alîyê rêberê olî yên bilind Xumeynî hatiye dayîn.
Tehranê ti car wan kuştinkarîyên girseyî qebûl nekir û agahî li ser cîhê termên qurbanîyan û kesên hindakirî nedan bîragiştî.
“Heta ku Îran bi zelalî ragihîne ku çi hat serê wan kesan, ew tawana Îranê zindî û karîger e,” Sekreterê Giştî yê Lêxweşbûna Navnetewî Kumi Naidoo ji VOA re got.
Rêxistinên mafên mirovan ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku derheqa kuştinkarî û hindakirinên sala 1988'an, lêpirsînekê dijî Îranê veke.
Malbatên qurbanîyan ku rikeberên rejîmê û bi piranî endamên rêxistina Mucahîdên Xeliq bûn, dixwazin bizanin çi hatiye serê hezkirîyên wan.