Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Tirkîye bi Penaberan bi Zorê Dişîne Sûrîyê


Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty) îro Înê dibêje, Tirkîye, bi awayê neqanûnî, di çend mehên dawî de bi hezaran Sûrî vegerandin welatê wan yê qada şer.

Amnesty herwiha bal dikşîne ser kêmahî û xeterîya rêkeftina Tirkîye bi Yekîtîya Ewrupa ku penaber ji ji hefteya tê pê ve ji Ewrupa paşve bêne şandin.

Li gor rêkeftina navbera her du alîyan, wê Tirkîye hemî koçber û penaberên ku bi qaçaxî hatin Yunanistanê, qebûl bike û hember wê jî alîkarîya diravî, rêwîtîya bê vîza û lêzandina danûstandinên endamtîya Yekîtîya Ewrupa wergire.

Lê, Amnesty dijberîya xwe ji wê rêkeftinê nîşan dide û di raporta xwe de xuya dike ku Tirkîyê jibo penaberan ne welatekî ewle ye.

Efûya Giştî herwiha dide zanîn, îhtîmaleke mezin e ku di nav heft û neh hefteyan de, li dijî rêkeftina bi Yekîtîya Ewrupa û dijî qanûnên navnetewî, bi hezaran penaber şandine Sûrîyê.

Wezareta Derve ya Tirkîyê red kir ku Sûrî li dijî daxwaza wan ji Sûrîyê re têne şandin, lê berdevkekî Komîsyona Ewrupî got ku ew raporta Amnesty girîng dibînin û wê îdiayên heyî bînin pêş karbidestên Tirk.

XS
SM
MD
LG