Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International Dibêje Dadwerî li Tirkîyê Nemaye


Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) îro Sêşemê ragihand ku rastî û dadwerî li Tirkîyê nemaye, piştî ku dîrektora wê ya Tirkîyê û 5 aktîvîstên mafên mirovan, bi îdiaya endamtîya rêxistineke terorê htin girtin.

Dîreoktora Amnesty International ya Tirkîyê Îdîl Eser û jimareke bizavkarên mafê mirovan ku aktîvîstên Alman û Swêdî jî di nav de bûn, di 5ê Tîrmehê de, dema di dema komxebatekê de li nêzî Stenbolê hatibûn desteser kirin.

Di rûniştina dozê de, dozger daxwaza girtina hemî 10 kesên binçavkirî kir, bi sedema ku ew endamên kesên rêxistina terorê ne.

Sekreterê Giştî yê Lêxweşbûna Navnetewî Salil Shetty biryara dadgehê Tirk bi tundî rexne kir û wek biryareke ne rêwa bi nav kir.

“Hemî 10 bizavkarên mafê mirovan masûm in. Ev biryar nîşan dide ku li Tirkîyê rastî û edalet êdî gotinên bîyanî ne. Piştî lêpirsîneke sîyasî biryareke wiha tê dayîn ku jibo siberoja mafê mirovan li Tirkîyê rewşeke pir xirab e.”

XS
SM
MD
LG