Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportorê Parlamana Ewrupî, Amor Êrîşa Dijî Ferhat Encu Rexne Kir


Endamê Parlamentoya Ewrupa û Raportorê Hergavî yê Tirkîyê Nacho Sanchez Amor li Enqerê li êrîşa ser parlamenterê berê yê HDPê Ferhat Encu rexne kir.

Amor got ku wî vîdeoya ku polîsek sîle li sîyasetvanekê dide bi rastî tiştên tengezarî ne.

Amor her sal serdana Tirkîyê dike û bi rêxistinên demokratîk û partîyên sîyasî re hevdîtinan çêdike.

Amor. Di vê çarçoveyê de bi Hevserokên Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan, Serokê Giştî yê DEVA Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, Cîgirê Wezîrê Karê Der Faruk Kaymakci, Seroka Giştî yê Partîya Baş Meral Akşener, Cîgirê Serokê Gruba AKP’ê Numan Kurtuluş û nûnerên rêxistinên sîvîl û bi hin rojnamevanan re cîvîya.

Amor, piştî van hevdîtina di preskonferansê de ragihand ku dema li Tirkîyê çalakîyek tê çêkirin gelek polîs kom dibin.

“Çalakî di nav gelek tengahîyan de derbaz dibin. Nimûne, min vîdeoyek temaşe kir. Polîsek şeqek li ser sîyasetvanekî dixe. Dîsa gave li cîyekî çalakîyek çêdibe, gelek polîs kom dibin û pir kes desteser dikin. P ew hemû fikarên mezin çêdikin.”

Amor li ser kêmahîyên hiqûqa Tirkîyê jî rawestîya û bal kişand ser doza Ekrem Îmamoglu ku çawa dadwer hatiye guhertin.

“Ev hemû xemginîyên mezin in jiber kiu li welatekî demokratîk di nava dozekê de guhertina dadwer çênabe.”

Amor doza girtina HDPê jî bi xist û got ku dozên wiha wêneya Tirkîyê xirab dike.

ED_22_12_2022_Parlementoya_Ewrupa_Encu_Rexne.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

XS
SM
MD
LG