Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Zêdebûna Mirinên ji COVID –19 Didome


Dîmenek ji pêyvajoya COVID - 19 ya li Amerîka (Arşîv)
Dîmenek ji pêyvajoya COVID - 19 ya li Amerîka (Arşîv)

Kuştinên jiber COVID - 19 li nêzî du ji sêyên eyaletên Amerîka her diçe zêde dibe.

Hevdem bi sedema pêleke vîrusê ya zivistanê hejmara giştî ya kuştinan ber bi 400.000 kesan diçe û di derbarê cureyeke nû ya vîrusa korona ku gelek xetere de hîşyarî tên kirin.

Dema ku Amerîkî roja Duşemê betlaneyeke neteweyî pîroz kirin, Walîyê NewYorkê Andrew Cuomo ji karbidestên federal daxwaz kir ku rewîtîya ji welatên ku cureyên nû yên vîrusê tên dîtin, qedexe bike.

Walî Cuomo welatên wek Brîtanya, Afrîkaya Başûr û Brezîlya ku cureyên nû yên vîrusê tên dîtin destnîşan kir û got :

" Hatina wan kesan bidin rawestandin. Çima hûn dihêlin mirov werin vî welatî û piştrê dê pir dereng be?, " wî got.

Rêvebirîya Amerîka jixwe rewîtîya ji hin welatan ku cureyên nû yên vîrusê tên dîtin- wek Brîtanya û Brezîlya – qedexe kiribû.

Herwiha, rêvebirîyê vê dawîyê ragihandibû ku ewê ji her kesê ku were Amerîka belgeya testa neyînî ya COVID-19 bixwaze.

Lê, cureya nû ya vîrusê ku li Brîtanya tê dîtin jixwe niha li Amerîka belav dibe.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) hîşyar dike ku ewê heya Adarê ev cureya nû li Amerîka bibe cureya vîrusê ya herî serdest.

Hevdem, CDC ragihand ku ev cureya nû ya vîrusê, li gor vîrusa ku niha dibe sedema piranîya bûyerên li welat, ji % 50 pirtir zû belav dibe.

Li gelek eyaletên Amerîka rewşa xirab ya jiber COVID-19 berdewam dike.

Rêjeya navînî ya heftane ya kuştinên rojane li 30 eyaletan û Washington bilind dibe.

Zanîngeha Johns Hopkins roja Duşemê dîyar kir ku hejmara kuştinên li Amerîka ji 398.000 kesan derbaz kirîye ku ev di nav tevahîya welatên cîhanê de rêjeya herî bilind e.





XS
SM
MD
LG