Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teknolojîya Avê ya Demên Antîk Çawa Dikare Alîkarîya Îro Bike?


Li Tirkîyê baranên xurt û lehî zararên mezin didin bajarên wek Enqere, Stenbol, Îzmîr, Mugla.

Zanîngeha Mugla jibo balbikşandina wê pirsgirekê semînereke bi navê “Teknolojîyên Avê yên Antîk” li dar dixe.

Di semînerê de Prof. Larry Mays ji Zanîngeha New Mexico State li Amerîka, Prof. Dr. Bîlal Sogut ji Zanîngeha Mugla Sıtkı Kocaman û Prof. Dr. Ceyhun Ozçelîk dê beşdar bibin.

Ozçelîk dibêje ku di dema antîk de ew pirsgirêk bi şêwazekê dihat çareser kirin, lê di dema nûjen de ew kêşe hîn berdewam dikin.

“Hun dizanin ku sîstema kanalîzasyonê ya dema modern çawa ye. Gava bajarên antîk dihatin damezirandin, pêşî bingehên wan dihatin ava kirin. Sîstemên kanalîzasyonê di bin cadeyên giştî de dirêj dibûn. Ev tiştê kû behs dikim ji rojên me 2-3 hezar sal berê bû, di dema antik de dihat sazkirin.”

Ozçelîk dide zanîn ku ew di semînerê de dixwazin bidin nasîn ku di demên antîk de teknolojîya avê çawa bû.

ED_10_19_2018_Sîstemên Avê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:05 0:00

XS
SM
MD
LG