Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

 “Sonda Me” ya bi Rengê Netewperestî Vedigere Dibistanên Tirkîyê


Li Tirkîyê “Andimiz” anku Sonda Me ya xendekaran, li ber rengê netewperestîyê, di dema peyvajoya çareserîya pirsa Kurdî de, di sala 2013’an de bi biryareke desthilata qanûnê hatibû rakirin.

Lê Daîreya 8’an ya Civata Dewletê (Danıştay 8. Dairesi), ku li Tirkîyê dadgeha herî bilind yê rêvebirinê ye, ew betal kir û ger biryareke nû derneke, ew sond wê careke din vegere dibistanan.

“Sonda Me” di dibistanên seratayî de her serê sibê ji alîyê xwendekaran ve dihate xwendin û wiha destpê dike:

“Ez Tirk im, rast im, zîrek im, armanca min ew e ku yên ji xwe biçûk biparêzim, ligel mezinên xwe rêzgirtî bim, welatê xwe, netewa xwe ji xwe zêdetir hez bikim...”

Levent Kanat
Levent Kanat

Parêzvan Levent Kanat vê biryarê wek vegara netewperestîya Tirkitîyê dibîne û dibêje ku dewleta kûr li Tirkîyê dixwaze careke din bi cîh be.

“Ev biryar jibo hiqûqê, jibo mafên mirov biryareke gelek xirab e. Ev sond, sondeke netewperest e. Jibo vî jî, divê ev sond bi yekcarî were rakirin. Dîyar e ku li Tîrkîyê kesên dijî mafên mirovan careke din li Tirkîyê bûne desthilat”

Kanat dibêje ku hîn ti tişt dawî nebûye û dibe ku ev biryara Civata Dewletê ya 8’an were pûç kirin.

“Ev biryar ne hiqûqî, lê sîyasî ne. Heke hikûmet bixwaze, dikare vê biryarê paş de vegerîne. Ger wezîrên Tirkîyê li pey soza xwe bin, di serî de jî Bekîr Bozdag soza xwe biparêze dibe ku ev biryar were pûç kirin. Biryara Civata Dewletê ya 8’an ne biryareke dawî ye.”

ED_10_22_2018_Andimiz
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00

XS
SM
MD
LG