Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Amerîkî Andre Vltchek li Tirkîyê bi Awayekî Gumanbar Miriye


Dîmenek ji Tirkîyê (Arşîv)
Dîmenek ji Tirkîyê (Arşîv)

Ajansa Anadolu ya nûçeyan ya dewleta Tirkîyê, îro Sêşemê ragihand ku karbidestên Tirkîyê mirina nivîskar û rojnamevê Amerîkî Andre Vltchek lêpirsîn dikin.

Andre Vltchek yê 57 salî,dema ku bi şev ji bajarekî beravê Deryaya Reş ya Samsunê diçû Stenbolê, miribû.

Li gor ragihandina Ajansa Anadolu Vltchek û jina xwe bi otomobîleke kirêkirî û bi ajotvan roja Sêşemê li dora 5:30 danê sibê giheştin ber otela xwe. Jina wî hewil daye ku wî şîyar bike da ku jê re bêje ew hatine, lê piştre ji hêla tîmên bijîşkî û hatine qada bûyerê, hatiye tespît kirin ku ew miriye.

Termê Vltchek hatiye şandinê sazîya tiba edlî da ku li ser llaşê wî lêkolîna bijişkî were kirin û herwiha serdozgerîya Stenbolê jî di derbarê mirinê de bi lezgînî dest bi lêpirsînê kiriye, Ajansa Anadolu ragihand.

Ajansa nûçeyan ya taybet DHA jî dîyar kir ku polîsan doza Vltchek wek "mirineke gumanbar" tomar kiriye.

Di malpera xwe ya li ser înternetê de, Vltchek xwe wek nivîskarê romanan, fîlozof, fîlmçêker û rojnamevanek lêkolîner û di heman demê jî wek "şoreşger, enternasyonalîst û gerokê ku hember Emperyalîzma Rojava û rejîma Rojavayî ya ku li cîhanê desthilatdar e, tekoşîn dike," dide nasî.

Li gor malpera wî, Vltchek tevî Îraq, Srî Lanka, Bosna, Rwanda û Sûrîyê, li dehan herêmên şer û pevçûnan rojnamevanî kiriye.

Vltchek gelek pirtûk nivîsandine, yek ji wan "Li ser Terora Rojavayî: Ji Hîroşîma tu Şerê Dronan " e, ku bi zimanzan û zanyar Noam Chomsky re nivîsibû.

XS
SM
MD
LG