Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Qeşeyê Amerîkî Brunson Dîsa Berneda


Dadgeheke Tirk, tevî giwaştinên hikûmeta Amerîkî, îro biryar da ku qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson li zindanê bihêle.

Brunson ku di Cotmeha 2016’an de bi tawana “endamtîya Rêxistina Terorî ya Fetullah Gulen” hatibû girtin, îdiayên hember xwe red dike.

Dadwerê dozê ragihand ku rûniştina nû dê di 12’ê Cotmehê de were kirin.

Ev cara sisêyan e ku daxwaza Brunson ya serbestkirinê tê red kirin. Berê jî di 16’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de ew daxwaz ji alîyê dadgehê ve hatibû red kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku doza Brunson di navbera Amerîka û Tirkîyê de bûye mijareke kêşebar û Serokê Amerîka Donald Trump ji Tirkîyê xwestibû ku Bruson azad bikin.

Herwiha jimareke endamên Kongresa Amerîkî jî demûdest berdana Brunson ji Tirkîyê xwestibûn.

XS
SM
MD
LG