Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dora Mala Andrew Brunson Hat Vala Kirin


Polîsê Tirk li pêş mala Andrew Brunson
Polîsê Tirk li pêş mala Andrew Brunson

Karbidestên ewlekarîyê yên Tirkîyê, pêş mala qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji girtîgehê bo hepsa malê hatibû veguhastin, vala kir.

Brunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve girtî ye, roja Pêncşemê bi sedema kêşeyên saxlemîyê, ji girtîgehê derketibû û bo hepsa malê derbazî mala xwe ya li Îzmirê bûbû.

Polîsan, rojnamevan jî ji sûka mala Andrew Brunson derxistin.

Li dora mala Brunson, 10 polîs û tîmên têkoşîna dijî terorê tedbîran distînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku jiber girtîbûna Brunson, girjîya di navbera Amerîka û Tirkîyê de gur bûye.

XS
SM
MD
LG