Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson bo ji girtîgeha malê bifilite û qedexeya derketina derve jî were rakirin serî li dadgehê da.
Reuters’ê ji zarê parêzerê Brunson dîyar kir ku Brunson tevî ku ji girtîgehê derketiye, ne azad e, vengerîyaye jîyana xwe ya normal û kirên dînî nikare bi cîh bîne.
Parêzerê Brunson, Îsmaîl Cem Halavurt dîyar kir ku ew li bendê ne ku ji 3 heta 7 roj biryar eşkere bibe.
Dadgehê biryar dabû ku rûniştina nû ya Brunson di meha Cotmehê de pêk were.
Brunson, pi piştgirîya Fetullah Gulen û PKK û sîxurîyê tê tawanbar kirin û bo wî 35 sal cezaya girtîgehê tê xwestin.
Jiber girtîbûna Brunson, girjîya di navbera Amerîka û Tirkîyê de gur bûye.
Serokê Amerîka Donald Trump û cîgirê wî Mike Pence dîyar dikin ku ger Brunson neyê berdan, ewê dijî Tirkîyê toleyan ragihînin.