Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Dibe ku Andrew Brunson Îro Were Berdan


Andrew Brunson

Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye, îro Çarşemê cara sêyan derket pêş dadgehê.

Reuters'ê ji zarê parêzerê Brunson, Îsmaîl Cem Halavurt, ragihand ku dibe ku Brunson di rûniştina îro de were berdan.

Halavurt da zanîn ku ew ji roja pêşî ve dibêjin ku divê Brunson were berdan û da zanîn ku jiber ku peyvajoya topkirina delîlan bi dawî bûye, ew li bendê ne ku Brunson îro serbest bibe.

Brunson, di Cotmeha 2016’an de bi tawana ‘’endamtîya Rêxistina Terorî ya Fetullah Gulen’’ hatibû girtin.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Tirkîyê xwestibû ku Brunson radest bikin, û jiber girtina wî di navbera Washington û Enqerê de girjî gur bûbû.

XS
SM
MD
LG