Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îraqê Dibêje, Divê Îraqî Tawanên Sedam Husîn Jibîr Nekin


Serok Komarê Îraqê Berhem Salih li dema amadebûnê li vekirna goreka bi kom a Kurdan ko liser deste leşkere Îraqê ji berî 30 salan li Başûrê Îraqê got, divê Îraqî tewanên Sedam Husînî jibîr nekin.

Gora bi kom li biyaban bi dûrîya 170 Kilometan ji bajarê Semawa hate ditîn û paşmayên dehan Kurdan têdaye.

We beşek bûn ji 180 hizar kesan lidema êrîşên nasyar bi Anfal hatibûn wenda kirin.

Li salên 1980yan de leşkere Sedam Husînî êrîşên binavê Anfal dijî Kudran kirin û Gaza kimîyawî bikar anîn û bi hizaran gond wêran kirin û xelkê wan deveran bo kempan hatîne vegohastin.

Serokê Îraqê herwesa got, ew hatine koştin ji berko xwastin bi azadî û serblind bin.

XS
SM
MD
LG