Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Hîndu li Keşmîr ya Hîndistanê ji Hêla Çekdaran Hate Kuştin


Anil Parihar, rêberê Partîya Bharatiya Janata ya neteweperesta Hîndu li istana in Jammu û Keşmîr ya Hîndistanê şeva Pencşemê ji alîyê jimareke çekdaran ve hate kuştin.

Piştî bûyerê, karbidestên Hîndistanî qedexeya derketina kolanan li herêmê ragihand.

Polîsan ragihand ku Pariharê 53 salî û birayê wî Ajit li bajarokê Kiştwar ya Misilman hatine kuştin, piştî ku ew ji firoşgeha xwe vedigerîn malê.

Karbidestekî payabilind yê polîsan ji Reutersê re got ku vekolîna wan didome ku fem bikin ew kuştin kiryareke terorîstî yan tawankarî ye.

Parihar li herêmê wek rêberekî bi bandor û nermrê dihat nasîn û di nav Misilmanan de jî piştgirîyeke xurt ji wî re hebû.

Herêma Keşmîr ya Hîndistanê tekane istana bi piranîya Misilman ya Hîndistanê ye û ji 29 salan vir ve rûbirûyê xirabkarîyê dibe.

Hîndistan, Pakistanê bi hewandina mîlîtanên dijî wê tawanbar dike, lê Pakistan wê yekê înkar dike. Pakistan tevahîya Keşmîrê axa xwe dibîne û daxwaza danûstandinên ser sibêroja wê hêrêmê dike.

XS
SM
MD
LG