Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Anka-Der li Enqerê Xebatên Fêrkirina Zimanê Kurdî Xurt Dike


Komeleya Ziman, Çand û Huner (Anka-Der) nêzîkî şeş meh berê li Enqerê bi merasîmekê hatibû vekirin.

Anka-Der di warê fêrkirina ziman, muzîk û wêjeya Kurdî de dest bi xebatan kir.

Anka-Der ku berî demeke kurt kongreya xwe ya yekê çêkir, serok û rêvebirên nû hilbijartin û Mehmet Zekî Gonuldaş bû serokê nû.

Serokê nû Gonuldaş dibêje ku wan di nav şeş mehan de, tevî astengîyan komel gîhand asteke baştir.

“Enqere di warê zimanê Kurdî de wek çolek e, lê dikarim bêjim ku Anka-Der di vî warî de hin kêmahîyê wi bibin jî, di warê zimanê Kurdî de li Enqerê bû hêvîyek Eva şeş meh in ku me komel damezirand. Em dizanin ku peywireke giran li ser milê me heye, lê em ji bo xizmeta gelê xwe amade ne.”

Rêvebirê kmelê Omer Turan jî geşbînîya xwe dîyar dike ku ew di warê fêrbûna zimanê Kurdî de eleqeyeke mezin dibînin.

“Nêzikî 50 xwendekarên me hene, lê ev hejmar her ku diçe zêde dibe. Ev kongreya me jî wê livîneke nû bide ser komeleya me. Li vê derê bernamê me bi şiklê atolye dibin. Di rojên pêşîya me de emê dest bi hin tiştên nû jî bikin.”

Turan dibêje ku ew girîngîyeke mezin didin dersên Kurdî û wan heta niha pênc pol vekirine.

Hêjayî balkişandinê ye ku Anka-Der bi awayê atolye anku workşop kursan pêşkêş dike û atolyeya Kurmancî, atolyeya Zazakî û atolyeyên hunerî hene.

ED_02_12_2022_ANKA_Der_Kurd
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00
XS
SM
MD
LG