Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Kongreya Demokrasîyê ya Gelan (HDK) Civîya


 Peyvdara Hevbeş a HDKê Gulîstan Kiliç Koçyîgît
Peyvdara Hevbeş a HDKê Gulîstan Kiliç Koçyîgît

Kongreya Demokrasîyê ya Gelan (HDK) ev roj (11 Rêbendanê 2019) li Enqerê dest bi 9’emîn Kongreya xwe kir. Kongre dê sibê jî berdewam bike.

Roja yekemîn li ser jina konferansek hate lidar xistin. Hevseroka Giştî ya HDP Pervîn Buldan û hin nûnerên rêxistinê sîvîl yê jin jî beşdarî vê konferansê bûn.

Di vekiran konferansê de Berdevka Hevbeş ya HDK’yê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di axaftina xwe de ser êrîşên ku li ser Kongreya Demokratîk ya Galan pêk hatine sekinî û got, ji azadbûna jina, ji demokrasîyê tirsin û dixwazin wan bêdeng bîxînîn.

Koçyîgît, li ser rewşa Parlementerên HDP yê Culemergê Leyla Gûven jî sekîn û got tendûrîstîya wê di asta xetereda ye:

“Birêz Leyla Gûvan, ana di greva birçîbûnê de ye û tendûrîstîya wê her dem berbi nebaşî yê ve diçe. Rewşa ku ana tê de ye jî di asteke xeterê de ye. Heke em ev roj dengê xwe bilind nekin sibê wê dereng be.”

Di konferansê da jinên din jî yek yek nêrînên xwe dîyar kirin.

Beşdarvanê vê konferansê Hevseroka Giştî ya HDP Pervîn Bûldan jî aqaftinek kir. Buldan di aqaftina xwe de wiha got:

“Desthilatîya Tirkîyê, hikûmeta AKP bi her amûren dijayetîyê êrişî ser me dikin. Armanca wan ewe ku me bitirsînîn, lê bila baş bizanibîn ku emê serê xwe li ber wan netewînin.”

Raporta Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00

XS
SM
MD
LG