Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Penala Ser Rewşa Zimanê Kurdî Hat Darxistin


Komela Ziman Çand û Huner (ANKADER) li Enqerê li ber Cejna Zimanê Kurdî panelek li dar xist û nivîskar Jîyan Adar, zimanzan Ferîde Akturan û Fatma Demîragaç beşdarî vê panelê bûn.

Serokê ANKADER’ê Mehmet Zekî Gonuldaş di vekirina panelê de li ser rewşa zimanê Kurdî sekinî û got:

“Li Tirkîyê li hemberî zimanê Kurdî xetereyên mezin hene. Heta ku zimanê Kurdî bibe zimanekî resmî emê têkoşîna xwe bidomînin. Her çi dibe bila bibe emê di bin her şert û mercî de xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Di panelê de hate gotin ku li Tirkîyê astengîyên ku li hemberî zimanê Kurdî hene, yekser bikaranîna zimanê Kurdî di nav civakê de lawaztir dibe.

Peyîvdarên panelê hişyarî d ku ger bi vî awayî bidome di siberojê de axaftina Kurdî ber bi tunebûnê ve diçe.

Beşdarên vê panelê herî zêde li ser perwerdeya zimanê zikmakî rawestîn ku heke zarok bi zimanê dayikê perwerde nestînin, di derûnîya wan de jî kêmahîyên mezin pêk tên.

Nivîskar Jîyan dibêje ku takekesîya zarokekî berî her tiştî bi zimanê zikmakî ava dibe û dû re karektera wî xwe nîşan dide.

Jîyan li ser lawazbûna zimanê Kurdî ragihand ku xweasîmîlasyon (otoasîmîlasyon), pêşveçûna teknolojîyê û nebûna perwerdeyê dîyar kir.

“Di dema zaroktîya min de her kes bi Kurdî dipeyîvî, lê hinge hişmendîya netewî tunebû, lê îro hişmendîya netewî hebe jî kes bi zimanê Kurdî napeyîve. Kurdên me hişmendîya netewî bi zimanê Tirkî îfade dikin. Ev yek jî zêde bawerî nade ti kesî û nakokîyeke pir mezine. Kurd hebûna xwe dikarin bi zimanê xwe dîyar bikin.”

Serokê ANKADER’ê Mehmet Zekî Gonuldaş jî got ku armanca ANKADER’ê ya serekî xwedîderketina zimanê Kurdî ye.

“Ev sîstem bi her awayî dixwaze ku zimanê me tune bike, lê emê jî heta dawî li hemberî vê ferasetê rawestin û xwedî li zimanê Kurdî derkevin.”

Govara Hawarê ya Kurdî ji alîyê Celalet Alî Bedirhan û hevalên wî ve cara yekê di 15 Gulanê 1932’yan de dest bi weşanê kiribû. Loma vî jî di sala 2006’an de ev roj ji alîyê Kurdan ve wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

ED_22_05_2023_Zimanê_Kurdî.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00
XS
SM
MD
LG