Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Polîs Nehîşt Hunermend Stranan Bi Kurdî Bistirên


Li Stenbolê li qada Texsîmê grubeke Kurd gava stranê Kurdî strîbûn rastî astengîyên polêsan hatibûn û polêsan hunermendên Kurd binçavî kiribûn.

Li ser vê helwesta polîsan li Enqerê jî li taxa Mamaxê komek stranbêjên Kurd hatin ba hev û xwastin ku li pêşîya avahîya Navçeya HDP’ê ya Mamakê stran bêjin û piştgirî bidin koma Taksîmê.

Wek astengîyê ku li Stenbolê hatibûn çêkirin, li Enqerê jî hate dubarekirin û destûr nedan ku hunermend Kurd Kurdî bistrin.

Di navbera polêsan û yên ku beşdarî vê çalakîyê bûn xepseyek çê bû û polêsan êrîş bir ser hunermend û beşdarvanan û gefên binçavkirinê ser wan de anîn. Dura jî hemû kes xistin nav avahîyê û destûr nedan ku ew derkevin der.

Koma stranbêjan û kesên beşdarbûyî jî çûn di nav avahîya HDPê stranê Kurdî gotin.

Heserokê HDP’ê yê Navça Mamakê Abûzer Kisa jibo Dengê Amerîkayê axivî û ev helwesta ewlekarîya Enqerê şermezar kir. Kisa amaje kir ku wê hîç gavekê nikaribin strîn û aqaftinê Kurdî bidin sekinandin. Kisa hestê xwe wiha anî ziman:

“Her çi dibe bila bibe zimanê Kurdî, edebîyata Kurdî û hunerê Kurdî dê emê bidin jiyandin. Ew li hemberî me dikarin zor û zextan derxînîn lê em li hemberê zextê wan dê hiç gaveke bejna xwe netewînin. Astengîyên ku li pêşberî zimanê Kurdî û strîna Kurdî têne çêkirin em li vê derê şermezarî dikin.”

Kisa ev êrîşên ku li ser wan de hate duristkirin dijî qanûnê nîşan da û amaje kir ku mafê wan yê xwezayî ji alîyê ewlekarîya Enqerê ve hatîye binpêkirin. Di vî warî de jî wiha qise kir:

“Eva mafekî me yê xwezayî ye. Di qanûnê Tirkiyê de jî çalakîya ku em dikin bi zagonîye. Lê mixabîn ewlekarîya dewletê bixwe bixwe qanûnan binpêdikin. Meyê bes li gel hunermend û gelê xwe stanên Kurdî bigota. Lê ew ji stranê me jî ditirsin.”

Hunermandan jî li beranberî helweta polêsan bertêk nîşan dan û amaje kirin ku bila hemû Kurd di mala xwe de Kurdî qise bikin û bila bi Kurdî bistrin.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG