Li Tirkîyê serokê tîma futbolê MKE Ankaragucu Faruk Koca îro Sêşemê hat girtin, jiber ku wî di dawîya listîkekê do şev de êrîşî hakem kir.
Tundîya dijî hakem Halîl Umut Meler di dawîya lîstika Super Lîg ya di navbera tîma wî MKE Ankaragucu û Caykur Rizesporê de, li Ankara 1-1 bi dawî bû, pêk hat.
Piştî ku Rizesporê di deqîqeya 97’an de gola wekhevîyê avêt, û listîk 1-1 bi dawî bû, Koca ket nava nava qada listîkê û bi kulman, lingan êrîşê hakem Meler kir.
Alîgirên Ankaragucu jî, piştî Koca ketin qadê û êrîşî Meler kirin, ji rû û ser û xwe birîndar bû, ku di dawîyê de bi alîkarîya polîsan hat xilas kirin û hat rakirinê nexweşxanê.
Hat ragihandin rewşa saxlemîya Meler aram e û li bende ye ku îro were şandinê mal.
Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya do şev ragihand ku di derbarê bûyerê de lêpirsîneke dadwerî hatiye destpê kirin, biryara desteserkirina Koca hatiye girtin.
Yerlîkaya û herwiha da zanîn ku 2 kesên din yên tekildarî bûyerê jî hatine desteser kirin.
Koca jî jiber metirsîya krîza dil bi şev hatibû rakirinê nexweşxaneyê.Lê, îro piştî lêpirsîna li dozgerîyê, Koca jiber birîndarkirina karmendekî giştî hat girtin.
Hat ragihandin ku Koca gotiye ku wî tenê sîle li hakem Meler xistiye û zarardayîna wî red kiriye.
Federasyona Futbolê ya Tirkîyê (TFF) piştî civînek awarte bo nîqaşkirina bûyerê, tundîya dijî Meler şermazar kir û soza cezakirinê yên wan da.
"Kluba pêywendîdar, serokê klubê, karbidestên klûbê û hemû kesên ku jiber êrîşa hakemê Umut Meler tawanbar in wê bi pîvanên herî tund werin cezakirin," TFF got.
TFF herwiha dîyar kir ku ew tevahîya lîstikên lîgê hemû lîgan jibo demek nedîyar radiwestîne.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji ser X’ê êrîşa dijî Meler şermazar kir.
"Spor tê wateya aştî û biratiyê. Nabe ku spor bi tundîyê re were girêdan.Emê ti carî destûrê nedin ku di spora Tirkîyê de tundî pêk were."
Faruk Koca, berîya ku bibe serokê Ankaragucu, di partîya destilatdar Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Erdogan de, du serdama parlementerî kiribû.
Hat ragihandin ku, AKP jibo dûrxistina Koca ji partîyê, pêyvajoya fermi daye destpê kirin.
Hakem li Tirkiyeyê ji ber biryarên xwe gelek caran ji hêla rêvebir û serokên kluban ve têne rexne kirin lê kêm caran dibin hedefa êrîşên tund.
Li Tirkîyê di futbolê de gelek caran tundî gelek caran tê dîtin û herwiha hakem jî jiber biryarên xwe ji hêla rêvebir û serokên kluban ve têne rexne kirin. Lê, êrîşên rasterast yên bi vî rengî kêm caran têne tomar kirin.
Jêder: AP,Reuters