Navenda Lêkolînên Qada Polîtîka ya Civakî, jibo pîvandina mêyla hilbijêran li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Amed, Batman, Mêrdîn û hin bajarên din yên Tirkîyê anketek amade kir.
Li gor vê anketê, dengên Îtifaqa Gel anku AKP-MHP’ê kêmtir bûne û dengên Îtifaqa Mîlî anku CHP-Partîya Baş jî bilind bûne.
Ev rapirsî ser sê xalên wek destnîşankirina rewşa aborîyê, pirsgirêkên Tirkîyê yên serekî û mêyla hilbijêran yên ser itifaqan.
8 hezar kes beşdarî vê anketê bûne û ji wan % 54,6 jin, % 45,4 ji mêr in.
Di anketê de wek bersîva “Pirsgirêka Tirkîyê ya herî serekî çî ye?” % 47,9 gotiye “krîza aborî û bêkarî”, % 45,4 gotiye “Sîstema Serokomarîyê” û % 10,9 “rewşa hiqûqê”, % 8,9 “kêmahîya demokrasîyê”, % 7,2 jî “Pirsgirêka Kurd” nîşan daye.
Di vê pirsnameyê de % 58,3 ji beşdaran gotiye ku ew sîstema hikûmetê ya serokomarîya Tirkîyê “serketî nabînin û tenê % 20,2 gotiye ku sîstem serketî ye û % 20,7 jî gotiye ku “ew bê biryar in”.
Ser pirsa ku “Hunê di îtifaqên heyî de dengê xwe bidin kîjanê?” % 30,1 gotiye ewê dengê xwe bidin Îtifaqa Milî”, % 29,3 gotiye ewê piştgirîya Îtifaqa Gel bikin.
Di vê anketê de hatiye pirsîn ku divê HDP di nava kîjan îtifaqekê de cî bigire û % 35,8 gotiye ku bila ew ti îtifaqê de cî negire û % 32,8 gotiye di nava Îtifaqa Milet de û % 16 jî gotiye ku bila HDP di nava îtifaqa Partîya DEVA û CHP’ê de cî bigire.
Dîsa, ji beşdarên hatiye pirsîn ku ger sibê hilbijartinek çêbe hunê dengê xwe bidin kîjan partîyê?”
Ji beşdaran 36,7 ji sedê gotiye AKP, % 25,6 gotiye CHP, % 10,1 HDP, % 9 Partîya Baş, % 8 MHP, % 0,7 Partîya Saadetê û % 9,8 jî gotiye ku “Ewê dengê xwe bi kar neyînin.”