Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêbera Partîya Navendî Annie Loof Dê Hewil Bide ku Hikûmeta Nû ya Swêdê Damêzrîne


Serokê parlamana Swêdî Andreas Norlen û rêbera Partîya Navendî Annie Loof

Serokê parlamana Swêdî Andreas Norlen îro Pêncşemê rêbera Partîya Navendî Annie Loof erkdar kir ku pêşengîya danûstandinên damêzrandina hikûmeta koalîsyonê bike.

Norlen da zanîn ku wî heta heftekedem daye Loof ku rewşa sîyasî ya xetimî veke û ger pêdivî bû, ew dikarê pirtir dem bide wê.

Piştî ku hewilên serokwezîrê niha Stefan Lofven û rêberê Partîya Nermrê ya rastgera navendî, Ulf Kristersson têk çûn ku hikûmeteke nû ava bikin, niha Looof dê bizava damêzrandina hikûmeteke nû bike.

“Armanca min ne ew e ku ez bibim serokwezîr, lê ezê hewil bidim ku bingehên hevbeş di navbera du hevalbendîyên mezin yên çepgir û rastgir de bibînin da ku avakirina hikûmeteke nû hêsantir be,” Loof got.

Tevî ku li ser hilbijartinên giştî du meh derbaz bûne, Swêd heta niha bê hikûmet e.

XS
SM
MD
LG