Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Foruma Dîplomasî ya Antalya Pêşwazîya 147 Welat û 1500 Kesan Dike


Foruma Dîplomasî ya Antalya
Foruma Dîplomasî ya Antalya

Sêyemîn Foruma Dîplomasî ya Antalya (ADF) di 1 Adarê de bi beşdarbûna Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destpêkir û di 3’ê Adara 2024’an de jî wê were dawîkirin.

Ji Yektîya Ewrûpayê, Rûsya, Swêd, Bulgarîstan, Lubnan, Kuweyt, Sûrîye, Lîbya, Iraq û welatên din, bi tevahî ji 147 welat û bêtirî 1.500 kes beşdar dibin.

Di nav van welatan de 19 serokên dewletan, 73 wezîr û 57 nûnerên navnetewî beşdarî forumê bûne. Li ser navê Herêma Kurdistanê jî Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî beşdar dibe.

Di forûmê de dîplomat, karsaz, akademîsyen, nûnerên cîwanan û medyayê jî cî digrin.

Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya vekirinê de li ser girîngîya vê forumê rawestîya û bal kişand ser rewşa Gazayê û sîyaseta Îsraîlê rexne kir.

“Li Gazê tenê zarok, jin, kesên sîvîl nehatin kuştin. Di himan gavê de hêvî û bawerîya mîlyanan jî ji dad, hiqûq û sîstema navnetewî şikîya. Qaşo sazîyên rahgihandinê yên bê alî, sazîyên Yektîya Ewrûpayê hebûn û ji me re digotin biwan bawerbin. Lê me pêkve dît ku ew çiqas bêkêr û eczin,” got Erdogan.

Ji hejî bîrxistinê ye ku roja 7ê Cotmeha sala borî, çekdarên Hamasê ku li Amerîka û gelek welatên din di lîsta terorî de ye êrîşeke kujer birbûn ser Îsraîlê, di êrîşê de herê kêm 1200 sivîl hatbûn kuştin û nêzî 1400 jî hatbûn revandin, ji sedema wê, Îsraîlê dest bi operasyonên li dij çekdarên wê rêxistinê kirin li Gazayê, heta niha bi 10an hezar kes hatine kuştin û birîndar kirin ku piraniya wan sivîl in.

Civaka navnetewî di serî de Amerîka di hewlidanan de ye ku agirbestek li Gazayê bi encam bibe.

Tirkîyê gelek girîngîyeke mezin da vê forûmê.

Neşat Gundogdu, Lêkolînvan û Rojnamevan
Neşat Gundogdu, Lêkolînvan û Rojnamevan

Lêkolînvanê Navnetewî û Rojnamevan Neşat Gundogdu ev forum ji Dengê Amerîkayê re nîrxand. Gundogdu radigîhand ku ev forum li gor yên din gelek girînge.

“Foruma Dîplomasî ya Antalyayê her sal pêl bi pêl bilind dibe. Di vê salê de tiştê herî girîng ewe ku Tirkîyê sîyaseta xwe bi awayekî tûj guherandîye. Temaşe bikin li ku ye li rojhilata Derya Spî de yê ku Tirkiyê pêra şer nekirîye tunene. Lê ana Tirkîye dixwaze wan xeletîyan rast bike. Serdana Erdogan ya Misirê jî em dikarin di vê çarçoveyê de bibînin. Ev jî bivê nevê wê li ser vê forumê xwe dîyar bike.”

3’emîn Foruma Dîplomasîyê ya Antalya’yê di navbera 1-3’ê Adarê de wê 52 panêl pêk bîne.

Ev sal dirûşmeya vê forûmê “Di Dema Krîzê De Dîplomasî” hate dîyarkirin.

Pisgirêk û qeyranên glover (global), guherandina hewayê, koçberî, dijraberîya Îslamî, şerên bazirganîyê, jîrmendiya çêkirî (artificial intelligence) û herwekî din babet wê di vê forumê de cî bigrin.

ED_02_03_2024_Antalya_Dîplomasy_Forum.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00
XS
SM
MD
LG