Tirkiyê hêrs bûye ji ber wê destûra ku Swêdê daye Rasmus Paludan, siyasetmedarê Swêdî yê Danîmarkî da çalakiya xwe li pêşiya balyozxaneya Tirkiyê li paytexta Swêdê li dar bixe û Quranê bişwitîne.
Rojekê piştî banga balyozê Swêdê li ser vê mijarê, Enqeyê ragihand ku ew dê seredana wezîrê berevaniyê yê Swêdê jinav bibe ku hatibû plankirin bi mebesta razîkirina Tirkiyê li ser daxwaza Swêdê ya endamtiya hevpeymaniya leşkerî ya NATOyê .
Li gorî rojnamevanekî ajansa nûçeyan AFP, xwepêşandan li gorî plansaziya roja Şemiyê di bin parastineka tund ya polîsan de hat kirin, nêzîkî 100 kes di nav de hejmareke mezin ji rojnamevanan, li nêzîkî balyozxaneya Tirkiyê li Stockholmê kom bûn.
Paludan piştî axftineke dirêj ya nêzîkî demjimêrekê, ku tê de êrîşî Îslamê û koçberiya bo Swêdê kir agir berda Quranê, kitêba pîroz ya Îslamê
Wî got, "heke hûn hizir biken ku divê azadiya derbirînê nebe, divê hûn li cîhek din bijîn,".
Li aliyê din yê balyozxaneyê jî xwepêşandaneke biçûk ya alîgirê Tirkan hat kirin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hêrsa xwe ya li hember qedexenekirina xwepêşandanê ji aliyê berpirsên Swêdê ve derxist û got, "ev çalakiyeke nijadperest e, ne azadiya derbirînê ye".
Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin roja Şemiyê got ku destûrdayîna xwepêşandanê tevî hişyariyên dubare yên Enqeyê "handana tawanên nefretê û Îslamofobiyê ye".
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli got, "endamtiya Swêdê ya NATOyê ji aliyê perlemanî ve nayê qebûlkirin".
Roja Şemiyê hejmareka Kurdan jî bi banga Komîta Rojava ya Swêdê bi sedan kes li Stokholmê beşdarî xwepêşandanekê bûn.
Swêd li gel Fînlenda ya cîran pêwîstî bi razîbûna Tirkiyê heye ji bo tevlî NATOyê bibin
Enqerê dibêje her pêşketinek di vê derbarê de girêdayî gavên Swêdê ye ji bo radestkirina kesên ku ew bi terorîzmê yan jî bi beşdarbûna di hewldana kudetaya 2016an li dijî Erdogan tawanbar dike.
Tirkiyê îdia dike ku Swêd ya pêtivî bo çewisandina komên kurdên ku Enqere wek "terorîst" dibîne, nekiriye.
Berpirsên Swêdî dibêjin ew nikarin hemî daxwazên Tirkiyê pêk bînin.
Çavkanî: AFP