Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rûsyayê Xwepêşandanên Dijî Şer Didomin


Dîmenek ji xwepêşandina Yekşemê li bajarê Saint Petersburg.
Dîmenek ji xwepêşandina Yekşemê li bajarê Saint Petersburg.

Ji Moskowê heta Sîberyayê, çalakvanên dijî şer roja Yekşemê dîsa daketin kolanan jibo ku dagîrkirina Rûsya ya Ukraynayê şermezar bikin. Di ecama xwepêşandanan de bi sedan kes ji alîyê polîsan ve hatine girtin.

Li navendên bajaran, xwepêşanderan bi sloganên "Na jibo şer!" li kolanan meşîyan, li wê dema ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ferman da hêzên dijî navokî ku di rewşa amadebaşîyê de bin.

“Du kurên min hene. Ez naxwazim wan bidim wî hovê xwîndar. Şer trajedîyeke bo me hemûyan e,” Dmitry Maltsev yê 48 salî di xwepêşandanekê de li bajarê St. Petersburg, got.

Xwepêşandan roja Pêncşemê ligel destpêbûna dagîrkirina Rûsya ya Ukraynayê destpê kir. Ji wê çaxê ve, xwepêşandan bi awayekî rojane hatine lidar xistin, tevî ku hêzên polîsê Rûsî ew kirine armanc û gelek xwepêşander girtine.

Jêder: Associated Press

XS
SM
MD
LG