Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Fermanê Dide Hêzên Dijî Navokî di Amadebaşîyê de Bin


Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Yekşemê ferman da hêzên dijî navokî yên Rûsyayê ku di rewşa amadebaşîyê de bin.

Li vê dema zêdebûna girjîyê ligel welatên Rojavayî derbarê dagîrkirina Rûsya ya Ukraynayê, Putin ji wezîrê Rûsya yê berevanîyê re got ku hêzên navokî têxe bin "erkê şerekî taybet."

Putin ji karbidestên hikûmeta xwe re got ku hêzên serekî yên NATO'yê daxuyanîyên dijminane dijî Rûsyayê dane û sizayên darayî yên tund danîne ser Moskowê.

Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki îro Yekşemê ji televizyona ABC re got ku Putin hinek "gefeyan ku bi xwe tune ne derdixîne bi mebesta ku bike behaneya dijminahîyeke bêtir."

"Rûsya ti demê neketiye jêr metirsîyê ne ji NATO'yê ne jî ji Ukraynayê," Psaki got.

Karbidestekî Amerîkî yê payebilind jî ji CNN'ê re got ku ev biryara Putin "gaveke din ya bi tevahî zêdebûyî û ne pêwsît bû."

Li alîyekî din, Yekîtîya Ewrupayê (YE) îro Yekşemê çend gavên din hember dagîrkirina Rûsya ya Ukraynayê ragihand, di nav de jî girtina esmanê YE li ber kompanîyên firînê yên Rûsî û herwiha qedexekirina dezgehên ragihandinê yê ser bi Rûsyayê ve.

Ev hemû pêşketin di demekê de tên ku şer û pevçûn navbera hêzên Ukrayna û yên Rûsyayê li Kîevê, Xarkîv û çend bajarên din yên Ukraynayê gûr dibin.

XS
SM
MD
LG