Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP Dibêje Dibe ku Surovikin Hatibe Desteser Kirin


Ajansa AP ragihand ji zarê du jêderên agadar ragihand ku bawerî heye fermandarê payebilind yê Rûsî Sergey Surovikin hatiye desteser kirin.

Surovikin fermandarê hêzên esmanî yên Rûsî ye û ew ji roja weşandina vîdyoya xwe, ku ji serokê koma Wagner Yevgeni Prigozhin dixwest dest ji serîrakirinê berde, xuya nedibû.

AP bal dikşîne ku bi bawerîya Kremlînê hin qumandarên payebilind yên Rûsî bi Prigozhin re hevkarî kirine û ew dikarin bi xiyanetê werin tawanbar kirin.

Jêderên AP dîyar dikin ku ew sê roj in ti agahî ji Surovikin û alîkarên wî yên nêzîk nayên sitandin û malbatên wan jî ti agahî wan nestandiye ku ew jî wek nîşana desterkirina wan tê dîtin.

Kanalake leşkerî ya Telegramê ragihand ki di nava artêşa Rûsî de operasyon destpê kiriye û dijî kesên ku guman heye alîyê Prigozhin girtine, lêpirsîn didome.

Surovikin, dema ku li Sûrîyê erkdar bû, wek nêzî Prigozhin dihat dîtin ku çekdarên wî ji li wî welatî aktîf in.

Berdevkê Kremlînê, Dmitry Peskov red kir ku ser îdiayên desteserkirina Surovikin şîroveyek bide, lê got ku nûçeyên wiha gotegot û pistepist in.

Surovikin, ku bi ava û rêbazên xwe yên tund yên li Ukrayna û Sûrîyê dihat zanîn, bi xurtkirina berevanîya hêzên Rûsî nav dabû, lê dû re General Valery Gerasimov hatibû şûna wî ku niha rewşa wî jî ne dîyar e.

XS
SM
MD
LG