Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Kurdên Sûrî Dibêjin di Êrîşên Tirkîyê de 13 Sîvîl li Efrînê Hatin Kuştin


Xanîyekî kavilbûyî li Efrînê
Xanîyekî kavilbûyî li Efrînê

Kurdên Sûrîyê dibêjin ku di êrîşên Tirkîyê de, herî kêm 13 sîvîl li bajarokê Cîndiresê ya Efrînê hatine kuştin, di vê demê de ku Tirkîyê oprasyonên xwe li wê herêmê zêde dike.

Ajansa AP ji zarê ajansa Nûçeyan ya Hawarê (ANHA) radigihîne ku 3 sîvîlên din, di encama topbarana Tirjkîyê de li bajarokê Reco hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ya bingeh li Londonê jî ragihand ku 13 kes li Cîndiresê hatine kuştin û 2 ji wan zarok in.

SOHR da zanîn ku ji destpêbûna “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ya Tirkîyê vir ve 165 sîvîl hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG