Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: 60 ji Sedê Amerîkîyan Performansa Seroktîyê ya Biden Diecibînin


Anketeke dawî raber dike ku 60 ji sedê Amerîkîyan performansa Serok Joe Biden ya heta îro erê dikin.

70 ji sedê beşdaran piştgirîyê didin şiklê têkoşîna dijî vîrusa korona ya Biden.

Anketa Associated Press (AP) û Navenda Lêkolînên Karên Civakî yên NORC dîyar dike ku 44 ji sedê Komarîyan dibêjin ku ew di têkoşîna dijî vîrusa korona de Biden diecibînin.

Beşdarên anketê bi awayekî neyênî li aborîyê dinêrin ku li gor 63 ji sedê wan aborîya Amerîka xirab e.

Komarî li gor têkoşîna dijî vîrusa korona, di aborîyê de peformansa Biden naecibînin ku bi tenê 17 ji sedê piştgirîya sîyaseta aborî ya serok dikin.

Serok Biden bo geşkirina aborîyê ji Kongresê dixwaze ku paketa teşwîqkirinê ya 1,9 trîlyon dolarî bipejirîne.

Civata Nûneran ew paket pejirand û çaverê ye ku Civata Senatoran jî wê di dawîya hefteyê de erê bike.

Li gor anketê bi giştî 48 ji sedê Amerîkîyan dibêjin ku welat ber bi rewişeke baştir ve diçe ku ew rêje di meha Berfanbarê de 37 ji sedê bû.

43 ji sedê beşdaran dîyar kirin ku ewê di sala pêş de rewş baştir bibe, 34 ji sedê beşdaran dane zanîn ku ewê rewiş xirabtir bibe û 23 ji sedê beşdaran jî gotine ku ewê rewiş neguhere.

XS
SM
MD
LG