Ajansa AP ji zarê karbidestên Amerîkî ragihand ku rêvebirîya Amerîkî alîkarîya hemwelatîyekî Amerîkî û endamên malbatê kir ku bi rêka bejeyî ji Afganistanê birevin welatekî cîran.
Hemwelatîyê Amerîkî û endamên malbatê bi awayekî serfiraz bi pêyatî ji Afganistanê derketin û li ser sînor ji alîyê karmendên balyozxaneya Amerîkî hatin pêşwazî kirin.
Wî karbidestî derbarê derxistina wan kesan ti hûrgilî nedan û jiber îhtîmala jinûve xebitandina wê rêkê, navê dewleta cîran jî eşkere nekir.
Hêjayî gotinê ye ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê û dawîhatina guhastina mirovan bi rêya esmanî, Washington cara yekê ye piştrast dike ku bi rêya bejeyî mirov ji Afganistanê têne derxistin.