Nûnerên Amerîka û çend welatên din roja Şemiyê ji civîna wezîrên bazirganiyê yên Asya-Pasîfîkê(APEC) ya Bangkoka Taylandê derketin ji bo protestokirina êrişa Rûsya li ser Ukraynayê. Li gor berpirsan.
Dîplomatekî got ku ev derketin "nîşana nerazîbûnê ye li hember şerê neyasayî yê Rûsya li Ukraynayê û bandora wî şerî li ser aborîya herêma APECê."
Du berpirsên Taylandî û du dîplomatên navnetewî ji Reutersê re got ku nûnerên Kanada, Newzîlanda, Japon û Austuralyayê bi Amerîkîyan re, bi serokatiya nûnera bazirganiyê Katherine Tai, ji civîna Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) derketin.
Dîplomatekî din got ku pênc welatên ku xwenîşandan li dar xistin "zimanek bihêztir li dijî şerê Rûsyayê" di daxuyaniya dawî ya kombûnê de dixwazin ku dê roja Yekşemê were belavkirin.
Wezîrê bazirganiyê yê Taylandê Jurin Laksanawisit ji rojnamevanan re anî ziman ku civîn "baş pêş dikeve" tevî derketina nûnerên wan welatan û got, "hevdîtin dê têk neçin eger daxuyaniyeke hevbeş neyê derxistin."
Derketina ji kombûnê bû, dema ku wezîrê aboriyê yê Rûsyayê Maxim Reshetnikov di vekirina civîna du rojan a koma 21 aboriyan de, gotara xwe pêşkêş dikir.
Berpirsekî Taylandî got, şandên wan pênc welatan, piştî ku Reshetnikov axaftina xwe qedand, vegeriyan nav civînê.
Çavkanî: Reuters