Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Apple jiber Belavbûna Omicronê 12 Navendên li New Yorkê Digire


Kompanîyê teknolojîyê Apple jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona yên jiber cureya Omicronê 12 molên xwe yên li New Yorkê girtin.

Apple’ê ragihand ku mişterî heta demeke din jî dikarin wesandinên xwe yên onlayn ji molan bistînin.

Wê kompanîyê ragihand ku ew çavdêrîya rewişa saxlemîyê dikin û dîyar kir ku ewê bo rindîya xebatkar û mişterîyan tedbîran biguherînin.

Apple’ê di serê Berfanbarê de dîyar kiribû ku li Amerîka û Kanada li sê molên wê di nav xebatkarên wê de nexweşî belav bûye û ew mol bi awayekî demkî girtibûn.

Jiber pêketinên vîrusa korona Apple karanîna maskan bo mişterî û xebatkaran careke din mecbûr kir.

XS
SM
MD
LG