Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ereb Çawa li Pirsgirêka Kurdan li Sûriyê Dinêrin?


Muhammed Ali, yek ji Kurdên Suriyê Oct. 1, 2014. dema ji Kobanê derdikevin.
Muhammed Ali, yek ji Kurdên Suriyê Oct. 1, 2014. dema ji Kobanê derdikevin.

Di şerê Sûriyê yê zêdetirî 7 salan de, rola welatên Erebî bi giştî jibo çareseriya pirsgirêkên li wî welatî û pirsa Kurdî bi taybetî nayê dîtin.

Li vê dawiyê hin welatên Erebî dixwazin têkliyên xwe bi rejîma Asad re vegerînin û asayî bikin.

Welatên Ereb, li aliyekî dixwazin Tirkiye nekeve nav axa Sûriyê, li aliyê din rolê wan li Sûriyê, li hember çarserkirina pirsgirêkên wî welatî, rolekî pasîve.

Tirkiye gefên xwe li hember Kurdên Sûriyê zîde dike û dixwaze bi her awayê hebe Kurdan li Sûriyê kontrol bike û çekdan di dest wan de nehêle û wan jinav bibe weke berpirsên Tirkiyê bixwe vê yekê dubare dikin û tînin ziman.

Enwer Qerqaş wezîrê dewletê yê Îmaratê bo karên derve, di hevpeyvînekê de bo kenlaê Al-Hura yê Amerîkî ku, ji Virginia weşana xwe bi zimanî Erebî dike got"Divê Kurdên Sûriyê piştî vekişîna hêzên Amerîkî bihên parastin". Qerqaş dîsan da zanîn ku, di çarçeva Sûriyek yekgirtî de divê ciyê Kurdan hebe.

Ji bo nirxandina rolê welatên Erebî bi şêweke giştî û hewlesta wan li hember pirsa Kurdên Sûriyê bi taybetî bernama "Helo Washington", mêhvandariya her yek ji birêz Şivan Xabûrî, nûnerê Îdara zatî ya Kurdên Rojava (Bakurê Sûriyê) li welatên Îmaratên Erebî yên Yekgirtî û birêz Bedirxan Alî nivîskar û şirovekar ji Erebistana Saûdî kir û ev mijar nirxandin.

Hello Washington
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:47 0:00

XS
SM
MD
LG