Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî îro Sêşemê piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re got ku Îran hember tole û givaştinên ji alîyê Washingtonê ve xwe natewîne.
Li gor medyaya fermî ya Îranê, Lavrov di serdana xwe ya yek rojî ya Îranê de, bi Araqçî re mijarên herêmî û dualî gotûbêj kirin.
“Helwesta Îranê ya derbarê danûstandinên navokî zelal e û em di bin tole û givaştinan de danûstandinan nakin. Heta ku zexta herî zêde bi vî rengî were kirin, îhtîmala danûstandinên rasterast bi Amerîka re tuneye," Araqçî di preskonferansa hevbeş ya televîzyonî de got.
Lavrov jî got ku ew piştrast e ku dema ku mijar tê ser çareserkirina pirsgirêkên li dor bernameya navokî ya Îranê, bijareyên dîplomatîk hîn jî li ser masê ne.
Moskow û Tehran ji destpêka şerê Ukrayna ya sala 2022’yan vir ve bi pêşxistina têkilîyên berevanî yên hêzdartir welatên Rojava hêrs kirine.
Ev serdan rojekê piştî ragihandina gereke nû ya toleyên Amerîkî tê ku pîşesazîya neftê ya Îranê dike armanc.
Trump di destpêka vê mehê de siyaseta "givaşa herî zêde" ya ser Îranê vegerandibû ku armanc dike derfirotina petrolî bisekinîne û hember Tehrnaê dijberîyeke xurt bimeşîne.
Trump, di sala 2018’an de Amerîka ji peymana navokî ya Tehranê ya sala 2015’an ya bi şeş hêzên cîhanê vekişandibû û toleyên ku aborîya Îranê kût kirine, jinûve zindî kiribûn.
Jêder: Reuters