Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Wî Zilamî Digere ku Dijî Trump li Ser Medyaya Civakî Gef Xwarine


Serokê berê Donald li ser tixubê bi Meksîko re, Sierra Vista, Arizona, 22/07/ 2024
Serokê berê Donald li ser tixubê bi Meksîko re, Sierra Vista, Arizona, 22/07/ 2024

Ofîsa Şerîf ya Cochise County roja Pêncşemê ragihand ku ew li wî zilamê Arîzonayî digerin ku li ser medyaya civakî dijî Serokê berê Donald Trump gefa kuştina wî xwariye.

Berbijarê seroktîyê yê Komarîyan, Donald Trump weke beşeke kempeyna jibo serdana sînorê Meksîko li Cochise Countyê ye.

Li gor ragihandina ofîsa şerîf zilamê ew lê digerin Ronald Lee Syvrud yê 66 salî ye û ji Wisconsinê jî ser wî fermana girtinê heye.

Dijî berbijarên hilbijartinên 5’ê Mijdarê hin gef hatine xwarin ku ev jî ya dawî ye.

Serê Tebaxê, zilamekî Virginiayî ser gefên dijî Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris, ku hevrika Demokrat ya Trump e, hatibû tawanbar kirin.

Meha Berfanbarê jî zilamekî ji New Hampshire jiber gefên dijî berbijarên Komarî yên seroktîyê hatibû girtin.

Trump meha Tîrmehê di hewildaneke kuştinê de ji guhê birîndar bûbû û di bûyerê de 1 kes hatibû kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn.

Sazîya Nepênî ya Amerîkî piştî êrîşeke çekdarî bi lêpirsîneke berfireh re rûbirû ma û di dawîyê de dîrektorê wê karvekişîna xwe ragihand.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG