Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Arizona Rêjeya Pêketinên Nû yên COVID-19 Zêde Dibe


Li Arîzona peyvajoya vîrusa korona
Li Arîzona peyvajoya vîrusa korona

Eyaleta Arizona ya Amerîka îro Sêşemê zêdetirî 4.000 bûyerên nû yên COVID-19 ragihandin.

Rêjeya pêketinên nû yên vîrusê di nav du hefteyên borî de du qat zêde bûye û ev di nav şeş rojan de cara çaran e ku pêk tê.

Rêvebirîya Saxlemî ya eyaletê 4.544 bûyerên nû û 51 kuştinên nû yên vîrusa korona ragihandin, ku hejmera giştî li Arîzona ya gîheşt 306.868 bûyer û 6.515 kuştinan.

Lê, eyaleta Arizona roja Duşemê ti kuştinên jiber COVID-19 ranegihand.

Li gor pêzanînên Projeya Şopandina COVID, rêjeya heft rojan ya navînî ya bûyerên nû yên rojane ji 1.651'an ya di 9'ê Mijdarê de, roja Duşemê gîheştiye 3630 bûyeran.

Tê pêşbînî kirin ku hejmera pêketinên tê zanîn pir zêdetir e jiber ku gelek kes testên korona çênakin.

Hevdem, lêkolîn destnîşan dikin ku mirov bê nîşanên nexweşîya COVID-19 jî dikarin bi vîrusa korona bikevin.

Li Arîzona kesên ku bi sedema COVID-19 li nexweşxaneyan de têne derman kirin, zêde bûn in û roja Duşemê hejmara wan nexweşan gîheşt 2.084 kesan. Karbidestan bal kişand ku 474 ji wan nexweşan li beşên krîtîk (ICU) in.

Pêzanînên kontrola vîrusa korona ya Arîzona dîyar dike ku ji % 11 nivînên ICU yên eyaletê îro vala bûne, ji % 10'ê Yekşem û Duşemê bilindtir e, lê di 26'ê Îlonê de berî bandora pêla heyî kemtir e.

Piranîya kesan vîrusa korona bi nîşanên sivik yan nerm, yên wek tayê û kuxikê ku di nava du sê hefteyan de, derbaz dikin.

Lê, jibo hinek kesan bi taybet jî bo mirovên kal û pîr û kesên bi pirsgirêkên saxlemîyê vîrusa korona dikare bibe sedema nexweşîyên giran yên wek zature û herwiha mirinan jî, lê piranîya mirovan baş dibin.

XS
SM
MD
LG