Li eyaleta Arizona ku li seranser Amerîka di rêza yekê de ye, hejmara bûyerên piştrastkirî yên pêketina korona îro ji 100,000'an derbaz kir.
Rêvebirîya Xizmetên Saxlemî ya Arizona îro bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku piranîya pêketiyan mirovên temenbiçûk in.
“Pirtir ji 62,000 kesên ji nav 101,441 pêkdetîyên vîrusa korona ji kesên ji 44 salî ciwantir in, pêk tê. Kesên ku di navbera 20 heta 44 salî ne, COVID-19 di nav civakên xwe belav dikin,” director Dr. Cara Christ got.
Wî da zanîn ku heta heya roja Yekşemê 3,212 kes jiber korona li nexweşxanê ne û kapasîewya nexweşxenayan ya seranser Arizona % 89 e.