Karbidestên eyaleta Arizona ya Amerîka îro Înê ragihand ku di nava roja borî de pirtir ji 3,200 pêketinên nû yên korona hatine tomar kirin û herî kêm 69 kesên din jî ji wê vîrusê mirine.
Karbidestan roja Pêncşemê 172 mirin ragihandibûn ku ew jî hejmara rekorî ya mirinan bû.
Heta niha ji 174,000 zêdetir bûyerên pêketina vîrusa korona 3,692 mirinên ji nexweşîya COVID-19 li Arizona çêbûne.
Li nexweşxaneyên seranser eyaletê cêh nemane û li beşên çavdêrîyên krîtîk vantîlator tê bi zêdeyî tên xebitandin.
Karbidestên saxlamîyê didine zanîn ku vîrusa korona di piranîya nexweşan de dibe sedema nîşaneyên sivik û negiran yên mîna germahîya bedenê û kuxînê.
Ew bal dikşînin ku di nav pêketîyan de bi piranî kesên temenmezin û yên bi nexweşîyên girantir pirtir zararê ji wê vîrusê dibînin û dimirin û piranîya mezin ya tûşbûyên COVID-19 jinûve qenc dibin.