Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Arîzona Serlêdana Kanye West ya bo Berbijarîya Serbixwe Red Kir


Dadgeha Bilind ya Arîzona ya Amerîka, serlêdana Kanye West ya raper ya seba berbijarîya serbixwe ya bo hilbijartinên seroktîyê red kir.

Kanye West piştî dadgeha jêrîn serlêdana wî red kiribû serî li dadgeha bilind dabû.

Dadgeha Bilind ya Arîzona da zanîn ku di serlêdana Kanye West de, kesên îmza dane, partîyên xwe dîyar nekirine û jiber ku ew yek dijî qanûnên hilbijartinê yên eyaletê ne, wan ew serlêdan red kiriye.

Wê dadgehê bi vî awayî biryara dadgeha jêrîn pejirand.

Kanye West di 7’ê Tîrmehê de berbijarîya xwe ragihandibû ku lê wî jiber ku li hin eyaletan nikaribû îmzayên pêwîst top bikira, nekarîbû bibe berbijar.

XS
SM
MD
LG