Wezareta Derve ya Ermenistanê îro Duşemê ragihand ku leşkerekî wê di êrîşa hêzên Azerbaycanî ya ser herêma sînorî de hate kuştin.
Ermenistanê got ku tevî dawîhatina dewletoka li Qarabaxê, girjî û alozî didomin.
"Di 2'yê Cotmehê de, hêzên Azerbaycanî bi topan êrîş birin ser maşîneyeke Ermenistanê û leşkerek li alîyê Eremnistanê hate kuştin, du leşkerên din jî birîndar bûn," Wezareta Berevanî ya Ermenistanê ji ser Telegramê got.