Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrza Dinayî: Ermenî Dixwazin Tirkiyê Daxwaza Lêxweşbûnê Bike Pirtir Ji Berpisyariyên Qanûnî


Mîrza Dinayî: Ermenî dixwazin Tirkiyê daxwaza lêxweşbûnê bike pitir ji berpisyariyên qanûnî û qerebûkirinê.

Joe Biden dibe yekem serokê Amerîka bi fermî qirikirina Ermeniyan bi destê leşkerê Împiratoriyeta Osmenlî bi cenosîd binav dike.

Li bîreweriya 106 Saliya kûştina pirtir ji milyon û nîv Ermeniyan di şerê yekemê cîhanê de bi gotina Ermeniyan, Serok Biden di daxweyaniyek fermî de li Koşka Spî hevoka Cenosîd bikarîna dema ew bîrewerî li bîranî.

Mirza Dinnayi 1
Mirza Dinnayi 1

Çalakvanê Şingalî Mîrza Dinayî, kû li sala 2019 xelatê Aurora yê Ermenistanê wergirtî jibo xebata wî di karên mirovanî de û rêgirtinê li Cenosîdan kû beşdarî rê û resmên bîreweriya 106 saliya Cenosîda Ermeniyan dibe li Yerîvanê gote Dengê Amerîka ku ragehandina serok Biden cihê kêfxweşiya xelkê Ermenistanê bû. Wî got gelek ji wan bawerdikin kû dewleta niha ya Tirkiyê ne tawanbare bi wê qirkirinê, belkû îmberatoriya Osmanlî tawanbare. Lewan ew dixwazin Tirkiyê daxwaza lêxweşbûnê bike pirtir ji berpisyariyên qanûnî û qerebûkirinê.

Mirza Dinayi
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:18 0:00
Direct link

Wek her crekê ev babet bikeve rojevê, Tirkiyê tûre dibe. Piştî daxweyaniya Biden ya roja Şemiyê, serokê Tirkiyê Treceb Teyyib Erdogan got "Tirk û Ermenî bi sedan salan pêkve jîyan e û bûne mînaka mirovahîyê.''

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî gazî balyozê Amerîka li Tirkiyê kir jibo şirovekirinan.

Bi baweriya gelek şarezayan ev jî gavek sembolîk e, lê dîsan gelekê cudaye ji gotara û helwîstê dehan salan yê Kongirês û hikumeta Amerîkî jiber ku zêdetir bi şêwazek fermî bû û piştî yekem dan û satandina serok Biden bû bi serok Erdogan re di demekî de Washington û Enqere cûdahiyên mezin hene li ser gelek mijaran.

Dehan sal e, siyasetvanên Amereîka li vê bîreweriyê helwîstên cûda xweya dikin û çend caran kongirêsa Amerîkî jî deng li ser daye lê biryarên kû ne merce pêgirbin hatine pesend kirin û Koşka Spî jî bi fermî ne daye naskirin. Serokê berê Ronald Reagan, ku ji wîlayeta California ye bû, cihê ku hejmarek mezin ya civaka Ermenî lê dijîn, yekem serok bû bi eşkereyî qirkirina Ermeniyan bi Cenosîd binav bike.

XS
SM
MD
LG