Ermenistanê îro Çarşemê ragihand ku ewê hefteya pêş bi Amerîka re hîndarîyeke leşkerî ya hevbeş li dar xe.
Wezareta Berevanî ya Ermenistanê dîyar kir ku hîndarîya bi navê Eagle Partner wê di 11-20’ê Îlonê li welêt çêbe.
Wezaretê got ku armanca hîndarîyê hazirîya jibo beşdarîya li hêzên berevanîya aştî ye.
Karbidestekî leşkerî yê Amerîka dîyar kir ku 85 leşkerên Amerîkî û 175 leşkerîn Ermenî wê beşdarîyê li hîndarîyê bikin.
Zerevanîya Neteweyî ya Kansasê, ku 20 sal in bi Ermenistanê re hevkarîyê dike, wê beşdarîyê li hîndarîyê bikin, lê ewê çekên giran nexebitînin.
Her çiqas hîndarî biçûk be jî, Kremlînê ragihand ku ewê wê hîndarîyê ji nêzve bişopîne.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku nûçeyên wisa fikaran çêdikin û ewê çavdêrîyê li wê bikin.
Li Ermenistanê bingeha leşkerî ya Rûsya heye ku Moskow xwe wek hêza pêşîn ya li herêmê dibîne.
Rûsya dijî şerê Ermenistan û Azerbaycanê li herêmê hêzeke aştîyê bi cîh kiriye.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan dawîya hefteyê ji rojnameyeke Îtalî re got ku Rûsya nikare Ermenistanê ji êrîşên Azerbaycanê biparêze.
Pashinyan dîyar kir ku Moskow jiber şerê hêzên Rûsî yên li Ukrayna nikare bala xwe bide ser ewlekarîya Ermenistanê.
Jêder: Reuters