Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwekar Hîwa Paşayî Pêşangehekê li Los Angelesê li Dar Dixe


Şêwekar, wênekêş û hunermendê destnivîsînê yê Kurd Hîwa Paşayî di van rojên dawî de pêşangeheke hunera destnivîsînê ku bi nave Kalîgrafî tê nasîn li bajarê Los Angelesê li dar xist û hejmarek berhemên xwe lê nîşan dan.

Di pêşangehê de, Hîwa Paşayî, kelepora Kurdan, çarînên helbestvan Omer el-Xeyam û hunera destnivîsîne di tabloyên xwe de nîşanî serdaneran kir.

Paşayî di derbarê teknîka çêkirina van tabloyan de got:

“Bi rastî, berî ku dest bi duristkirina tabloyan bikim, wek xalîçeyan ez nexşeyekê dîzayn dikim. Ew nexşe li ser hunera kalîgrafî ye ku min di vê paşandgehê de li ser çarînên Xeyam çêkirine. Piştî duristkirina nexşeyê, ez li neqşên nivîsînê temaşe dikim û wan dijmêrim û bi rîbanan li ser toreke plastîk datînim.”

Ew dibêje teknîka çêkirina van tabloyan ji teknîka keç û dayikên Kurdan di duristkirina xalîçeyan de wergirtiye û bi awayekî nûjen ew huner nîşan daye.

Çarînên Omer el-Xeyam wek helbestvanekî feylesûf ku behsa şahî û bexterweriyê li jiyanê dike, îlhamek daye Hîwa, zarokê şerê Îraq û Îranê, ku bi awayekî hunerî şahiya Xeyam û jiyana Kurdan bi hev ve girê de.

Wî got:

“Fesefeya Xeyam di jiyana Kurdan de zindî ye. Ez bi xwe jî zarokê şerê Îraq û Îranê bûm û min gelek şer û malwêranî û bombebaran dîtin, lê li gel her xem û azeran jî, Kurd xelkekî gelekî şad e.”

Paşayî ku ji xelkê Kirmanşahê ye û di temenê 15 salî de dest bi hunera şêwekarî kiriye, dibêje wî xwestiyê tabloyên xwe bi awayê 3D nîşan bide da ku karibe peyama Xeyam bigihîne.

“Min xwest bi awayê 3D nîşan bidim ku axaftinên Xeyam tenê pend û şîret û xweşî nînin. Xeyam behsa felsefeya jiyana te dike. Ew dibêje tu dema xwe ya niha çawa bijî.”

Tê zanîn, Paşayî di gelek biwarên hunera şêwekarî de kar kiriye û di berhemên xwe de giringî û taybetmendiyek daye jina Kurd.

Wî gelek pêşangehên tekane û bikom li Îran, Îraq, Japon, Îtalya, Frensa û Amerîkayê li dar xistine.

Rapora Deng/Salih Demîcer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00


XS
SM
MD
LG