Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Artêşa Myanmar li Rakhîne Gundan Dişewitîne


Rêxistina mafên mirovan, Internatinoal Amnesty (Lêxweşbûna Navneteweyî) dîyar kir hêzên ewlekarîya Myanmar, li eyaleta Rakhîne "bi awayekî sîstematîk" gundan dişewitîne.

Amnesty da zanîn ku dîmenên stalaytê nîşan didin ku di sê hefteyên dawî de, ji 80 zêdetir cîhên Rakhîne hatine şewitandin.

Rêxistina mafên mirovan, ji zarê şahidên bûyeran ragihand ku Artêşa Myanmar û komên ku alîkarîya wê dikin, bi benzîn û roketavêjan gund şewitandine û gule bi ser sîvîlan de reşandine.

Artêşa Myanmar îdiayên derbarê kuştina sîvîlan red dike û dîyar dike ku êrîşan tenê dibe ser serhildayan.

"Ew delîl nikarin werin red kirin. Hêzên ewlekarîya Myanmar, bo kesên ji Rakhîne ji wir birevin, eyaletê bi awayekî sîstematîk dişewitînin. Bila çewtî çênebe, ew paqijîyeke etnîk e" Dîrektorê Maytekirina Kêşeyan yê International Amnesty.

Amnesty da zanîn ku hêzên ewlekarîyê berê gundekî dorpêç dikin, gava sîvîl ji wir direvin êrîşî wan dikin û piştre jî gund dişewitinin.

Lêxweşbûna Navneteweyî dîyar kir ku wan ji jêderên ewle bihîstîye ku serhildayên Rakhîne jî malên Budîstan şewitandine, lê hîn ew bi awayekî serbixwe piştrast nekirine.

Ji ber bûyerên tundûtûjîyê, ku di 25'ê Tebaxê de destpê kiribû, heta niha bi qasî 400,000 kes ji Rakhîne revîn Bangladeşê.

XS
SM
MD
LG