Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: 13 Kes di Pevçûnên Artêşa Tirk û Çekdarên Kurd de Hatin Kuştin


Gerîlayên PKK'ê
Gerîlayên PKK'ê

Reuters’ê îro Pêncşemê ji zarê jêderên ewlekarî û nexweşxaneyê ragihand ku nêzî sînorê bakurê Îraqê û başûrê rojhilata Tirkîyê, 8 endamên hêzên ewlekarîya Tirk û 5 çekdarên Kurd, di pevçûnekê de hatine kuştin.

Ajansê dîyar kir ku Artêşa Tirk, li Şemzînan ya Colemêrgê bi helîkopteran dijî çekdarên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) operasyon li dar xistîye.

Jêderên nexweşxane û ewlekarîyê da zanîn ku di pevçûnan de 6 leşkerên Tirk, 2 cerdevan û 5 endamên PKK’ê hatine kuştin.

Reuters’ê ragihand ku pevçûnên li herêmê didomin.

XS
SM
MD
LG