SANA, ajansa fermî ya dewleta Sûrîyê ragihand ku Artêşa Sûrîyê dorpêça Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya li Dêrezorê şikandîye.
Dêrezor 3 sal in di bin kontrola DAIŞ’ê de ye.
Artêşa Sûrîyê dorpêça DAIŞ’ê ji bakurê Dêrezorê şikand. Bingeha leşkeri ya li başûrê Dêrezorê û hin herêmên din yên wî bajarî hîn di destê DAIŞ’ê de ne.
Tê zanîn ku li hindurê Dêrezorê 93,000 sîvîl ji 2014’an vir ve asê mane.