Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Artêşa Îsraîlê Neketiye Hindurê Gaza


Artêşa Îsraîlê piştî daxuyanîyên cuda herî dawî dîyar kir ku leşkerên wê neketine Gaza.

AFP’ê di nûçeyan lezgîn de ji zarê artêşa Îsraîlê da zanîn ku leşkerên wê derbazî Gaza nebûne.

Berdevikê Artêşa Îsraîlê Jonathan Conricrus berî daxuyanîya dawî bê ku eşkere bike ku hejmara leşkerên wê çend in, dîyar kiribû ku ew derbazî Gaza bûne.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê jî ji zarê hêzên leşkerî yên Îsraîlê dîyar kiribû ku ew leşker derbazî Gaza nebûne û dabû zanîn ku ew li sînor, ji alîyê Îsraîlê ve çekên xwe dixebitînin.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî dê bo rewişa li herêmê roja Yekşemê civînekê çêke.

XS
SM
MD
LG